Kurdên Rojihelat piştevaniya lîsta 110 dikin

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Hijmarek rewşenbîr û nivîser û çalakivanên rojihelatê Kurdistanê bi rêya daxuyaniyên cuda cuda sebaret bi giringiya helbijartinên herêma Kurdistanê diyar kirin ku divêt xelkê kurd bi rengekê mezin pişkdariyê di helbijartinan da bike û lîsta 110 lîsta hemû gelê kurde û divêt gelê me li herêma Kurdistanê piştevaniya wê lîstê bikin.
Ferişad Qadirî çalakivanê siyasî li rojihelatê Kurdistanê bo rojnama evro diyar kir helbijartinên herêma Kurdistanê bo parçên dî yên Kurdistanê jî giringiya xwe heye, çunku serok Barzanî siyaseteka netewî li hember parçên dî yên Kurdistanê birêve birî ye û karîgeriya xwe li ser siyaseta turikiya, îran û sûriyê li ser kurdan kirî ye û ji ber vê yekê di rewşa niha ya hestiyar da pêdiviya hemû kurdan bi Barzanî û siyaseta wî ya hekîmane heye û got: (demê em berê xwe bideyne helbijartinan jî bêguman divêt xelkê me dengê xwe bidete lîsta 110 da mafê hemû kurdan bihête gerentî kirin û em nikarin dengî bideyn lê em dikarin wê daxwazê ji birayên xwe li herêma Kurdistanê bikin).
Navihatî diyar kir ku di rojên borî da hijmarek zêde nivîser û rewşenbîr û mamostayên rojihelatê Kurdistanê bi rêya daxoyaniyên cuda cuda piştevaniya xwe bo lîsta 110 ya partî dîmokiratî Kurdistanî diyar kirîne û ew li ser wê baweriyê ne ku di rewşa niha ya hestiyar li deverê da tinê partî û serok Barzanî dikarin berevaniyê ji mafê gelê kurd bikin û ji ber vê yekê jî em dibêjin serkevtina lîsta 110 dihête wateya serkevtina îrada siyasî ya gelê kurd



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
