9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Şêx Edhem Barzanî digel hijmareka gencên hoza Doskî jûriya civiya

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Di berdewamiya bizav û çalakiyên xwede li devera Amêdiyê rêzdar şêx (Edhem Barzanî) endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi berhevbûna hêjayan (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 yê (PDK)ê û kadir û pêşmerge (Mihemed Mihsin) yekem berpirsê liqê 18 digel hijmareka gencên hoza Doskî jûriya rûnişt jibo guhdariya bîr û boçûn û daxwaziyên wan li roja şembiya rêkeftî 7/9/2013 li hola liqê.

Li destpêka vê roniştinê de birêz endamê serkirdayetiya partî bi kurtî lidur rolê xelkê devera qeza Amêdiyê bi giştî û ji wan xelkê hoza Doskî jûriyan bi taybetî, di xebat û şoreşan de û bi taybetî digel Barzaniyê nemir û şoreşên Eylul û Gulanê peyvî û gencên berhevbû bi kurên pêşmergên qareman niyasîn ku rolê wan çi caran nahêt ji bîrkirin.

Li dûv de derfet bi gencan hat dan jibo derbirîn ji raw buçunên xwe û berçavkirina daxwaziyên xelkê xwe, û rapurtek radestî cenabê şêx Edhem Barzanî kir.

Piştî gwedariya rapurtê û buçunên gencan berêz şêx Edhem Barzanî dupatkir ku bi hemî şiyanan piştevaniya daxwazên wan biket û raw buçunên wan liber çav bihên wergirtin.

Li dûvde her yek ji (Ferîq Faruq) berpirsê niha yê liqê û (Mihemed Mihsin) berpirsê berê yê liqê 18 li dur rewşa deverê û kîm û kasî û pêtviyên her cihekî peyvîn û dupatkir ku ew rêja budcê û pirujên bo deverê dihêne terxan kirin kêm û kasiyên deverê çare naken û pêtvî bi harîkarî û çavdêriyeka teybet heye

Nûçeyên têkildar