Evîn Xalid: Ez li gel pirensîpê peyrewkirina şefafiyetê me di karê dezgehên hikûmetê de

Rojnama Evro/ Evîn Xalid bamerinî berbijara hijmar 19 li ser lîsta 110 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Dihokê bo evro dibêje, ew pênigava partî havêtî di bernamê xwe yê helbijartinan da di amaje kirinê da bo bizavkirinê jibo pesendkirina qanûna behngariya genidelyê, pênigaveka hejî û giringe bi taybetî di barê nuke yê herêmê, ji ber ku li demê burî em li destpêka qunaxa dîmukirasiyetê bûyin û qunaxa evro ya girinke em dîmokirasiyetê biçesbînîn û diyar bikeyin ku partî ne tenê da bi axiftin diyardket ku dîmukirasiyet bihête peyrewkirin, nuke partî ya kardike li perlemanî û bi rêya derkirina qanûnekê bo kêmkirina genidelyê dinav civakê meda û evejî pênigaveka hejî ya partî ye, anku heke to danipêdanê bikey ku kêşek heye dinav civakî da û tu behsê wê kêşê bikey û tu daxwaz bikey ew kêşe bi rêya qanûnê bihête çareserkirin, eve karekê baş û girinik bo partî dihête hijmartin.
Evîn Xalid berbijara hijmar 19 zêdetir dibêje, demê partî dixwaze qanûn ji perlemanî bihêne derkirin ku dûpatiyê li ser azadiya buçûna siyasî bike, girove ye li ser wê çendê ku xudanê desthelatê pişkdarbe be di danana qanûnê da û maf hebe bi azadî bi karê xwe rabe û mafên xwe bicihbîne, eve li dûv buçûna min pênigaveka piraktîkî ye bo xola dahatî ya perlemanî.
Li dor parastin û geşepêdana azadiya raderbirînê û karê mîdiyayê li herêma Kurdistanê da, ku yek ji xalên bernamê helbijartinan yê partî ye, evînê gut, ev xale ku partî kirî ye di bernamê xwe yê helbijartinada, timamkere bo pênigaveka berî nuke hatî ye havêtin, ewjî berî demekî qanûna wergirtina pêzanînan ji perlemanî hate derkirin ku dihête hijmartin ji qanunên girinik û dûpatiyê li ser azadiya derbirînê dike û her welatiyekê mafê hey pêzanîna ji dewletê wergire û demê welatî maf hebe pêzanîna ji dewletê û dezgehên wê wergire, ramana wê ewe pêdivî ye yê azad be û ragehandineka azad hebe ku pêzanînan bigehîne welatiyan û belavket û demê partî behsê ragehandina azad dike, eve dûpatiyeke ku partî pênigavek wergirt bo bicihînana qanûna mafê wergirtina pêzanînan, dîsa qanûnên rojnamevanî li herêma Kurdistanê behsê azadyê dikin, lê dibe di hindek haletanda ew qanûne nehatibe bicihînan bi şêweyekê dirost, lê demê partî dikee di bernamê xwe yê siyasî da, eve wê çendê digehîne ku partî li gel azadiya ragehandinê ye û bibe arastekê qanûnî bi rêya çespandina wan qanûnên berî nuke derkeftîn ku dûpatiyê li ser azadiya rojnamevaniyê dikin li gel hindê guhurîna hindek qanûnan bike heke bibine asteng beramber azadiya rojnamevanî.
Evîn xuyakir, min vekulînek heye li dor mafê wergirtina pêzanînan û ez bixwe li gel pirinsîbê peyrewkirina şefafiyetê me di karê dezgehên hikûmetê da û heke me bi bivêt partî bi hêztir be, pêdivî ye karbike dinavbera welatî û hikûmetê da û ev çende hemû dê bi rêya bicihînana bernamê partî yê helbijartinan hête kirin çi bi rêya perlemanî û çi bi rêya hikûmetê.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
