Mesrûr Barzanî li Silêmaniyê bi kadir û endamên PDKê re civiya

Duhî Endamê mektebs siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi serdanek gehêşte bajarê Silêmaniyeyê û pişt re li baregeha şaxê 4 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de bi kadir û endamên PDKê re civiya.
Di civîna han de birêz Mesrûr Barzanî behsa girîngiya hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kir û daxwaz ji endam, kadir û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê kir daku, bi awayekî serdemiyane dest bi propagendiya hilbijartinan bikin û bi coşeke mezin piştgîriya lîsteya 110 ku, ya partiya demokrata Kurdistanê ye bikin.
esrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de daxwaza vê yekê jî kir daku, endam, kadro û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê çê di dema propagendeyên hilbijartinan de çê jî di roja dengdanê de girêdayî bi şîretên komisyona serbixwe ya hilbijartinan bin û xwe ji her cure kiryareke derqanûnî û her cure kiryarek ku, bibe sedema aloziyan biparêzin.
Mesrûr Barzanî herwiha behsa dîroka xebat û têkoşîna PDKê û armancên PDKê kir û ragehand ku, PDK partiya tevahiya gelê Kurd e û armanca sereke ya PDKê xizmet kirina gelê Kurd û pêşde birina Kurdistanê ye.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
