9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Dê kar bikim bo derêxistina qanûna dabînkirina tendirusitî û girentiya civakî

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Dr. Çinar Mistefa Hesen Amêdî berbijêra jimare 18 ji lîsta 110 ya partî dîmokiratî Kurdistan got "hemû bizavan dê kem ku bibime cihê baweriya dengderê xwe û xoşikirina jiyara xelkê Kurdistanê û dê bi rijdî kar kem bo pêşvebirina sîstemê tendirustyê li herêma Kurdistanê weku dewletên pêşkeftî û pilanên guncay bo bilindkirina astê rewşenbîriya tendirusitî, bi taybetî ya afiretan dê danim û li ser kar kem û dê bizavê kem berevanyê ji mafên afiretê bikem bi taybetî jî xêzanên şehîd û enfalkiriyan û zîndanyên siyasî û xudan pêdivyên taybet û xêzanên hejar li herêma Kurdistanê bo xoşikirina jiyara wan û dabînkirina baştirîn xizmetan bo wan di hemû warekî da ".


Berbijîra jimare 18 ya lîsta 110 partî diyar kir ku dê li perlemanê Kurdistanê dê kar bikin bo derêxistina çendîn qanûnên girinik weku qanûna dabînkirina tendirusitî û girentiya civakî û bizavkirin bo dabînkirina kereste û kelupelên fer yên tendirusitî bo nexoşxanan, herwesa danana pilaneka pêşkeftî bo înana dermanan bo nav herêma Kurdistanê û got "di jyê çiwar saliy da digel deyka xwe hatîme zîndankirin, çunkî babê min pêşimerge bû li şoreşa îlonê, lewra jî dê bi rijdî kar kem bo xizmetkirina pêşimergê Kurdistanê û bi destiveynana hemû maf û îmtazên wan di çarçuvê bernamê lîsta partî dîmokiratî Kurdistan da û dê kar keyin bo xizmetkirina hemû çîn û texên Kurdistanî ku partî herdem bizav kirî ye xizmeta xelkî bike û bêguman piştî dibîne cihê baweriya xelkê xwe dê erkê me girantir lê hêt, lewra dê bizavên mezintir keyin bo avedankirina Kurdistanê û gehandina xizmetên saxlemyê bo hemû gond û bajêrên Kurdistanê ".


Herwesa Dr. Çinar têkest kir ku dê dakukyê ji serweriya qanûnê û baştirikirina xizmetên saxlemyê û azadyên takekesî û bexteweriya xêzanê û pêşdabirina rêkxistên civakê sivîl ken û dê kar ket bo vejandina hemû keritên xizmetguzarî li herêma Kurdistanê û got "di çarçuvê bernamê lîsta partî kar dikeyin û xelkê Kurdistanê baweriya bi lîsta partî hey em jî dê li cihê wê baweriyê bîn ya welatyên herêmê daye me û dê kar keyin bernamê xwe bicih bînin û ez jî weku nuşdareka taybetmenda jin û zarobûnî min bi xwe jî bernamê xwe darêşitî ye û dê zor bizavan kem bo dabînkirina mafên afiretê baştirîn xizmetên tendirusitî bo afiret û kiçan ".


Dr. Çinar Mistefa Hesen Amêdî diyar kir jî heke baweriya xelkê Kurdistanê bi destive îna bo perlemanî dê di warê saxlemyê da karên baş encam den, bigire ji dabînkirina baştirîn corên dermanan û avakirina nexoşxanên jin û zarobûnî û girentiya qanûna tendirustyê bo xizmetkirina perstar û nuşdarên herêmê û vejandina hemû biyavên tendirusitî li Kurdistanê digel înana kelupel pêdivyên here baş bo tendirustyê li seranserî herêma Kurdistanê bo xizmetkirina nexoşan, çunku eve çendîn sale di biyavê saxlemyê da weku nuşdar kar dike dê xemeka taybet ji geşekirina warê tendirustyê bixwe

Nûçeyên têkildar