Dê bizava derkirina qanûnên dabînkirina kar û bêkariyê û xanenşîniya kirêkaran bikim

Rojnama Evro/ Ebdulselam Berwarî berbijarê hejmar 86 li ser lîsta 110 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Dihokê diyakir ku, pîtedan bi hejar û kêm derameta û kesên pêdivî bi harîkariyê yek ji giringtirîn tewerên siyaseta civakî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye.
Berwarî got: "Weku bisporekê biwarî civakî ku min master bi zanistên civakî heye û 20 salên min li Ewropa burandîn û çendîn ezmûnên civakî li wêrê min dîtîn, gehiştme wê baweriyê ku gelek pênigav û qanûn di pêdivî ne bo civakekê weku civaka me ku li serdemê rijêmên berê hatî ye herfandin ji hemû layenanive, herçende li xola burî ya perlemanî ku ez serokê lîjna civakî bûm, me bizaveka mezin kir qanûna karî ya hejmar 151 ya sala 1971 yan jî qanûna karî ya sala 1987 , hindek xalên dî têda bihêne darêşitin ku biguncin digel sîstemê me yê abûrî li herêmê ewjî sîstemê bazarê azade, lê piştî çendîn danustandinan digel lîjna civakî li perlemanê îêraqê û rêkixirawa kirêkarên cîhanî, em gehiştîne wê çendê ku qanûneka karî ya nû derbikin û li dûmahiya xola siyê ya perlemanê Kurdistanê, wezareta karubarên civakê reşnivîsê qanûna kar amadekiribû ku bi dîtina min qanûneka giring e, ji ber ku peywendiya dinavbera xudanê karî û kirêkarî diyardket û mafê kesên di keritê taybet da kardikin di parêzît û karê sendîkî jî berçav dike ji pişknîn û meşqdanê û pêgehandinê.
Ebdulselam Berwarî berbijarê hejmar 86 xoyakir jî, partî dîmokiratî Kurdistan her li destpêka damerzandina xwe siyaseteka aşkera ya hey bo dadiperweriya civakî û di bernamê medaye di siyaseta civakî da giringiyeka zêdetir bi hindek texên civakî bideyn weku wan kesên bi saliveçûy dibin û kesukar nînin bi xodan ken û êtîman û afiretên bîjin û yên telaqdar ku çu karan nizanin û kesên kêm endam û xodan pêdivyên taybet yên tuşî telasîmiyayê û otîzmê û bîrikolyê bûn.
Navibirî diyarkir jî, pêdivî ye welatiyên me hêşta dilniyabûn bo peyda bibe ku demê bê kar bimîne, bizane wî derfet ya hey û sîstemek û qanûnek ya hey ku harîkariyê wî dikin ku karekê dî peydaket, û heke hat û pîrbo bizanît ew westiyan û karê wî kirî, encam ew nabe ku bihête havêtin li ser kulanan, belku bi sîstemê xanenşîniyeka dirost li dûv wî parê wî werdigirtin rêjekê bidete qasa xanenşîniyê bo hindê demê li karî tuşî rûdanekê bû, dilniya be ku qanûnek û sîstemekê hey wî di parêze, ew jî qanûna dabînkirina civakî ye.
Ebdulselam Berwarî dibêje, me di çiwar salên burî da li perlemanî bizav kirî ye qanûna dabînkirina civakî bihête derkirin ku pêdivî ye çendîn qanûnên dî jî li dûv bin weku qanûnên taybet bi dadgeha karî, bêkariyê, bîma saxlemî, xanenşîniya kirêkaran, soşiyal (weku ya Ewropa) bo wan kesên çu dahat nebin û me ya destpêkirî jî û eve ji pirojên lîsta Kurdistanî bû û me çarçuvê qanûnê jî ya berhevkirî û dê bizaveka mezin kin weku lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê ew hemû qanûne bihêne derkirin.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
