9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Bi beşdariya Serok Barzanî PDK dest bi propagendeya hilbijartinan kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Hewlêrê bi organîze kirina merasimeke girseyî û bi beşdariya Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi awayekî fermî dest bi propagendeya xwe bo hilbijartinan kir.

 

Merasima han bi xwedina sirûda netewî ya ey reqîb û deqîqeyek rawestan bo rihê Şehîdan destpê kir.

 

Piştre berbijarên partiya demorkata Kurdistanê xwe nasandin û sond xarin û pişt re jî Serok Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser dîrok, xebat û têkoşîna partiya demokrata Kurdistanê.

 

Serok Barzanî herwiha behsa girîngiya helbijartinan û armancên Partiya Demokrat a Kurdistanê kir.

Barzanî got: "Ew dem çûye ku êdî gelê Kurdistanê stemkariyê û bidestiyê qebûl bike û vî gelî isbat kir ku ji pêşveçûnê û pêşketinê hez dike."

Serokê PDK bal kişand ser lidarxistina kongireya Netewî ya Kurd ku di vê mehê de dê bê lidarxistin û got: "Niha herêma Kurdistanê Êraqê di nava hevkêşeyên navdewletî de sengê xwe heye. Dibê gelê Kurd bibe xwediyê gotarekî yekgirtî li Rojhilata navîn. "

Di peyama xwe de Barzanî ragihand ku PDK ketiye ber helmetekî tundî ya çewaşekariyane, lê belê di heman demê daxwaz li endam û alîgirên xwe kir ku xwe mijûlî bersivdana wan tumetan nekin.

Her weha Barzanî ragihand ku, armanca wan hewlan eweye ku vîna gêncan lawaz bikin û wan bixin dûv navçegeriyê û tundrewiyê.

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê got: "Bila sivikatiyê li hemberî we bikar bînin, bila terora fikrî li hemberî we bikin, bila tişta ji destê wan bê bikin, lê bila vîn û îradeya we bihêz bê û bi sergermî karên xwe bikin."

Nûçeyên têkildar