Serbest Lezgîn: Serbilindîye ku xelkê Zaxo destê harîkariyê bo Kurdên Rojava dirêjkirin

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zaxo û Xelîl Mehmûd herêdarê devera Zaxo serdana ewqafa Zaxo dan ku cihê komkirina harîkariyane bo kurdên Rojavayê kurdistanê yên awerey başûrê kurdistanê bûne û ev hewa komkirinê bi erkekê neteweyî û mirovayetî qelem dan.
Di peyvekê de bo dezgayên ragehandinê berpirsê liqê got: " Encam dana vê hewa komkirina harîkariya erkekê neteweyî û mirovayetî ye û barsivkiye bo hikûmeta herêma kurdistanê lewra li seranserî kurdistanê xelkê me beşdarîê divê hewê de dikin û destê harîkariyê bo birayên rojavayê kurdistanê dirêjkiriye û serbilindî ye ku xelkê Zaxo destê harîkariyê bi hemû çîn û tiwêjên xwe ve bişêwekê berfreh bo kurdên rojava dirêjkirin û li dûmahiyê dest xweşî desteya komkirina harîkariyan li Zaxo kir jibo mandîbûn û xemxuriya wan û piştevaniya liqê 8 bo desteya navbirî dûpat kir.
Her berpirsê liqê 8 partî digel helgirên mealiya Barzaniyê nemir û perlemanterên kurdistanê û hijmareka kadrên partî kombû.
Di kombunê de behsê rewşa rêkxstina partî û çewaniya baştirkirina aliyetê karkirinê bo demê dahatî û erik û berpirsiyarî yên kadirên partî bo vê qunaxê û kêm û kasiyên devera Zaxo hate kirin û tekez li ser pabendibûna kadiran bi rênimayên partî kir




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)