9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

Gerek her berbijarek bizavên civakî bike, daku xizmeta lîsta xwe bike

Çavkanî: KDP.info


Rojnama Evro/ Dr. Fazil Omer berbijarê hijmar 7 li ser lîsta 110 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Dihokê diyarkir, ew parçeke ji lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê û çarçuvê bernamê wî dê heman bernamê lîstê be û dupatkir ku ew dê xemeka mezin ji çîn û texên cuda bixwe.


Dr. Fazil Omer zêdetir dibêje, weku hemû biraderên berbijar min pilana bernameyekê karî bo helbijartinan darêstî ye. Ev pilane pêkhatî ye ji komeka bizavên rewşenbîrî, civakî û siyasî. Digelida dê ragehandinê jî pişkdarî evan bizavan kem, nexasme min dîrokeka dirêj li warê edebî û rewşenbîrî û kargêrî û noşdariyê heye.. Dê pêşberî dengderan kem û mînme li hîviya biriyara wan.


Dr. Fazil Omer dibêje, ez parçekim ji lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê.. Evca, çarçoveyê bernameyê min dê heman bernameyê lîstê be. Bes weku em dizanîn, lîste nîv-vekirî ye, anku fere her bijarek; yek, xwe û hizir û bîr û bernameyê xweyê karî bidete nasînive. Du, hindek bizavên civakî û cemawerî bike, daku hem xizmeta xwe weku berbijar bike, hem xizmeta lîsta xwe bike.


Amaje da, evan helbijartinan hevbendyên civakî gelek zil û berçavkirîne û dê giringiyeka taybet demê, lê ez neşêm weku nivîser û rojnamevan û nuşdar xwe jibîr bikem. Bi gotineka dî, digel bernameyê giştî, dê xemeka mezin ji çîn û texên cuda xum, nexasme ewên delîveya jiyaneka bextewer li ber hatî ye girtin. Herwesa dê xemeka taybet ji parastina cudahiyên hizirî û dînî û neteweyî bixwim.


Li dor tewerên karî gut, weku berî niho min amaje dayê, bernameyê giştî, dê bernameyê lîsta partî ku em hemû dê şol bo keyin, baweriya xelkî weku hercar bi xwe bîne û paşî karî bo keyin bicihÜ bînîn. Lê eve rê li ber taybetmendiyan nagire ku bi hemû şiyan dê kar bo kem, çunkî min bawerî pê heye û berî niho min li cih û postên dî kar bo kirî ye.


Xûyakir jî, her welatiyekê Kurdistanê mafê cih û karekê hejî heye û dixwazim yeksanî û dadiya civakî baştir li Kurdistanê cihgîr bibibit û mafên şehîd û enfalkiriyan çarçoveyekê qanûnî bistînin û delîveyên karî û xwandinê û pitir azadyê bo genican dabîn bibin û pitir xizmeta pekkevtî û kêmderametan bihêtekirin û kareb û sotemenî bi bihayekê guncaytir bihêne dabînkirin û pitir giringî bi pêşimerge û hêzên navxwe bihête dan.


Diyarkir jî, dê dakukyê li serweriya qanûnê û baştirikirina xizmetên saxlemiyê û azadiya rojnamegeriyê û azadyên takekesî û bexteweriya xêzanê û pêşdabirina rêxistinên civakê sivîl û parastina pêk vejiyana dînî û neteweyî li Kurdistanê û pêşdabirina hevseng li hemî keritên aborî: Vejiyandina keritê çandinê, pêşdabirina keritên pîşesazî û gestiyariyê, derandina hoşmendane û hevsenga samanên siruştî.. Hitid bikin.


Fazil Omer berbijarê hijmar 7 diyarkir, li evan salên bûrî hukmeta herêmê û kertê taybet, pêşdaçoneka mezin li warê avedaniyê kirî ye, lê warên çavdêriyê û avakirina şiyanên hizirî û takekesî û kultorê dîmokirasiyê, bi heman sengê pêşveçon bi xwe ve nedîtî ye. Lew, hekih bûme cihê baweriya xelkê Kurdistanê bo perlemanî, dê li warê qanûndananê û çavdêriya karên hukmetê bizavê kem hevsengî li navbera werara aborî û hizirî hebe; hevsengî li navbera zengîniyê û hejariyê hebe û çîna navîn rolekê baştir di avedaniya Kurdistanê da bigêre

Nûçeyên têkildar