Serokê lîsteya PDKê bi xelkê Hewlêrê re civiya

Hewlêr-KDP.info/ Di çarçoveya amadekariyên heyî yên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de, Serokê lîsteya Partiya Demorkat a Kurdistanê a bi hijmara 110 Mamoste Cemal Murtke ya bi hijmara yek a lîsteya PDKê bi xelkê Hewlêrê re civiya.
Di civînê de Mamoste Murtke yê ku, Serokatiya lîsteya PDKê dike, behsa bernameya partiya demokrata Kurdistanê kir û ragehand ku, tevahiya armanca PDKê dabîn kirina jiyaneke xweş û bextewere bo gelê Kurd.
Murtke di berdewamiya axaftinên xwe de behsa xebat û Şoreşên berê yên gelê Kurd û rola partiya demokrata Kurdistan û Serokatiya PDKê kir û diyar kir ku, PDK û Serokatiya PDKê niha jî bi heman rih û coşa şoreşên derbasbûyî hewl bo bidest xistina tevahiya maf û daxwazên gelê Kurd dide.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
