Berpirsê liqê 18 serdana kempînên komkirina harîkaryan kir

Şêladizê-KDP.info/ Ji bo nêzîk haydarbûn dur karê lijnên kempînên kumikirina harîkariyan bo kurdên rojavayê kurdistanê û harîkariyên hatîne komkirin û handana xelkê deverê bo Bêtir pişkdariyê divê hewêda li roja yekşema rêkeftê 25-8-2013ê rêzdar (Ferîq Faruq) berpirsê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û hijmareka kargêr û endamên liqê û sitafê lîjnên Şêladizê û sîriyê yên partî seredana kempînên komkirina harîkariyan kir u dest xweşî li sitafên herdû kempînan kir bo xirvekirina harîkariyan bo awareyên Rojava ku ew bi erkekê netewey û niştîmanî rabûn hember xuşk û birayên xu yên kurd weyviya serkeftinê bo wan xwast dikarên wan yên pîroz da.
Hejî gotinê ye ku li dûv bernameyê hatiye danan jibo komkirina harîkariyan bu xuşk û birayên kurdên rojava kurdistanê kempînên komkirna harîkariyan li senterê qeza Amêdiyê û senterên nahiya û hemû kumelgehên sînorê liqê 18ê Partiya Demokrat a Kurdistanê hatîne danan û hawlatê jî hatine agehdarkirin liser vê çendê li roja înê.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)