9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Şêladizê: Şerefa endametiya Partî bi 39 palêwerawan hate bexşîn

Çavkanî: KDP.info

Şêladizê-KAP.info/ Her bi helkefta damezrandina Partiya Demokirat a Kurdistanê û jidayk bûna serok Mesud Barzanî û lijêr çavdêrî û bi amadebûna rêzdar (Ferîq Faruq ) berpirsê liqê 18 û amadebûna hijmareka kargêrên liqê û kadiru endam û kargêrîn lîjna nawça Şêladizê û rîhsipî û maqulên deverê lîjna Şêladizê rabû bi encamdana rê û resmekê bo bexşîna şerefa endametiya PDKê bo 39 palêwarawên ser bi lijna navhatî ve.

Di peyvekê de  jalayê (Muhmd Selîm Nêrweî ) berpirsê lijna navhatî ve hate xwandin û têda bixêrhatina mêhvanan kir û li dûv da berpirsê liqê 18 di peyvekê da bo amadebûyan pîrozbahiyan endamên nû kir kurtiyek li ser damezrandin û peyrew pirogiramê PDKê şirovekir û baş liwêxebata çendîn salan kirewa partî jiboy perjewendiya xelkê kurdistanê da kirî taku îro em geheştîne hinek jarmancên xwênrewa.

 Pişre huzanek ji aliyê hozanivanê genc (Şîmal Welat ) ve hate xwandin û di duvda peyva palêwrawan hate xwandin û paşî hemû palêwrawan sûnda endametiyê xwand û li dûmahiya rê û resman şerefa endametiyê bi wan ra hate bexşîn.

 

Nûçeyên têkildar