9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê Yek bi helkefta Enfalên Behdînan beyannamek belavkir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Enfalên Behdînan li 25/8/1988ê‌ yek ji karesatên here mezin bûye ji layê‌ rêjîma Besa gorbegor ve hatiye encamdan dijî xelkê‌ kurdisanê‌, û bizava azadîxwaza gelê‌ kurd.


Ji encamê‌ xebat û berxwedana gelê‌ me dijminên şofînîst hemî pilan û şêwazên qirkirinê‌ bikar înayne, mîna kîmiyabaran û kavlkirin û Enfal û cînosaydê‌ bi merema ji navbirina nivşê‌ kurd.

 Enfalên Behdînan jî ji karesatên pir qurbanî û mal û wêran kirinê‌ bûye ku bi sedan xelk hatine şehîd û birîndarkirin û çendîn gund û siruştê‌ kurdistanê‌ keftine ber hêrş û bumbebarankirinê‌, û bi hezaran ji xelkê‌ deverê‌ hatine desteserkirin û li başûrê‌ Iraqê‌ ta nuke bê‌ seruşînin.

Sererayî karesat û siyaseta huvane ya rijêma ji navçûy gelê‌ kurd ji doza xwe ya rewa bê‌ omêd nebûye, û berdewamî bi xweragirî û xebatê‌ de ta ku serhldana pîroza 1991 ê‌ û azadkirina başûrê‌ kurdistanê‌ bi dest ve hatî, û gelê‌ me bûye xwedan hikûmet û perleman û herêmeka azad, hejî amajepêdanê‌ ye destkeftên evro ji berhemê‌ siyaseta rast û dirusta Barzaniyê‌ nemir û helwestên negur û welat parêziyên serok Barzanî ye û şehîd û qurbanî dana tevaya xelkê‌ kurdistanê‌ ye.


Ta evro jî dijmnên gelê‌ me berdewamin li ser piyadekirina siyaseta regezperstî û dûr ji rêbazên aştiyane û dîmokirasiyê‌ serederiyê‌ digel netewê‌ kurd dikin li parçên diyên welatê‌ me wek Rojavayê‌ kurdistanê‌ ku evro bi hezaran hawlatiyên kurd dibine qurbaniyên hêrşên dijminan û derbeder dibn.


Cihê‌ şanaziyê‌ ye evro serok Barzanî û xelkê‌ şerfmendê‌ kurdistanê‌ wek erkekê‌ neteweyî û mirovayetî pêşwaziyê‌ li birayên xwe yên kurdên Rojava dikin û ji hemû layekî ve di harîkarin bo dabînkirina aramî û pêdawîstiyên jiyanê‌.


Serberzî bo giyanê‌ şehîd û qurbaniyên Enfala Behdînan û tevaya şehîdên rêyîa rizgarîxwaza kurdistanê‌ û ser karwanê‌ wan Barzaniyê‌ nemir û Idrîsê‌ ciwanemerg.


Liqê‌ Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
24/8/2013

Nûçeyên têkildar