Avahiya nû ya lijna nawça Çira hate vekirin
Dihok-KDP.info/ Bi helkefta (16)ê tebaxê salroja damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û bûrîna (67) salan liser damezrandina Partî û li jêr çavdêriya endamê encûmenê serkirdayetiya partî birêz (Ebdulxaliq Babîrî) û bi berhev bûna hijmareka zor ji kadir û kesayetî û mamosta û diktorên zanko û peymangehên Dihukê avahiya nû ya lijna nawça Çira li Maltayê hate vekirin.
Di rêwresmên vekirina baregayê lijna navbirî de berpirsê liqê yek û mêhvanên berhevbûn geriyanek dinav baregayê de kir û seha jûr û hol û beşan kirin û paşan li hola lijna nawça Çira birêz berpirsê liqê 1 di peyvekê de amaje da giringiya avakirina baregayên nû li ser sîstemekê modêrin û seredemane bo lijnên nawçên ser bi liqê yek ve bo xizmetkirina xelkê sînorên xwe û peydakirina cihekê baştir bo jimareka rêkxirawên ser bi lijna nawçê ve.
Di tewerekê dî ya peyva xwe de berpirsê liqê yek behis li ser rol û mandîbûna rêkxiraw û sitafê lijna navbirî kir di pêş wext da û diyarkir ku navê lijna navbirî ji lijna zanko hate gihwertin bo lijna Çira û hêviya serkeftin û serferaziyê bo wan xwest û daxwaz jê kir ku hemî şiyanên xwe bi mezêxin bo xizmetkirina sînorê xwe ku zankoya Dihukê û Newrozê ji qutabî û mamosta û fermanberên wan




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)