9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê Yek pêşwaziyê li Kurdên Rojava dike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Li zalgeha Êtîtê‌ û li demjimêr 6 êvarê endamê‌ encûmenê‌ serkirdayetiya partî Ebdulxaliq Babîrî bi serokatiya şandekê‌ liqa yek pêşwazî li kurdên Rojava bo nav axa herêmê‌ kir.

 Weku diyare ku li hersê‌ parêzgehên herêmê kempên nû bo wan hatîne dirustkirin bo akincî buna wan jilayê‌ hikûmeta herêmê‌ ve hemû pêdawîstî bo hatîne dabîn kirn.

 Liqa yek û digel xêrxwazên devera Dihokê‌ eve bo mawê‌ dû rojane pêşwaziyê‌ li xelkê‌ lêqewmayê‌ Rojava li zalgeha Êtîtê‌ diget û pêtvên xurnê‌ bo xuragirtin ji birsê‌ ta digehne cihê‌ akincî ya xwe û diyarkir jî jilayê‌ liqê yek ve ev hawkariye dê‌ ya berdewam be.

Babîrî got hemû dema dijminê‌ kurda hemî delîve li pêşiya kurdan girtîne û kuştan wan law û xurtên kurd rêtiye û îro jî bi heman şêwe karên xwe yê‌ ne mirovayetî encamden û eve jî em bi xaleka reş dibînîn. Belê‌ her milletê‌ me têkoşîna netewey kiriye û dê‌ diberdewam bîn ta ku hêviya milletê‌ me dihîte cê‌ û bo her kurdekî em dihazrîn xizmetê‌ pêşkîş bikeyn û bila dijmin bizanin dê‌ her dirjbîn liser bergirîkirnê‌ ji mafên tex û çînên civaka‌ kurdî û amadeya xwe diyarkir bo xweşkirina jiyana xuşk û birayên xwe yên aware û got: Kurdistan mala hemû kurdane û sipasiyên bê‌ sînor bo xelkê‌ kurdistanê‌ û parêzgeha Dihokê‌ ji bo harîkarîkirina awaran kirin û got li hemû dema xelkê‌ me helwîstên camîrane hebûne

Nûçeyên têkildar