9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 18 pêşwaziya girupa rêpêvana Zaxo bo ser mezarê nemiran kir

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û tevaya kargêr û kadirên liqê pêşwaziya endamên girupa rêpêvana ji Zaxo bo ser mezarê nemiran li Barzan kir li roja sîşembê rêkefta 13/8/2013.

Şemal Ebdî serkêşê vê rêpêvanê di daxuyaniyekê de got: " Bi helkefta 16 ê  tebaxê yada damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê me wek hijmareka kadir û pêşmergên Eylul û Gulanê û kurên şehîdan û girupa xwebexşa û wênên Barzaniyê nemir û bi harîkariya liqê Zaxo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi giring zanî em bi vê rêpêvanê rabîn bo ser mezarê nemiran li Barzan û li sipêdeya dwey roja dûşemê em bi rêkeftîne û me li bere biçîne ser mezarê nemiran û li dûv de biçîne mekteba serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û kêm û kasiyên Zaxo bigehînînê û dîsan binavê xelkê Zaxo dê daxwazê ji cenabê wî bikin mektebeka xwe li Zaxo veke da bêtir haydarî rewşa Zaxo û xelkê wêbe."

Dîsan serkêşê vê rêpîvanê gut pir ji dil sipasiya berpirsê liqê 18 û hemî kargêr û kadirên wê dikin bo vê pêşwaziya gerim û berhevkirina xwarina nîvro bi sipasîviye hêja Ferîq Faruq berheviya xwe diyar kir bo her harîkariyeka pêdivî

Nûçeyên têkildar