Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xuleka bîrkarî bo 26 xwendevanan vekir
Dîrelukê-KDP.info/ Peymangay meşiq û rahînanîn pîşeyî Şêladizê ya ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rabûye bi vekirina xuleka bîrkariyê bo (26) xwendevanên pula şeşê li sînorê nahiya Dêrelukê û divekirina evê xulîda Bihmin Ehmed rêveberê nahiya Dîrelukê û nûnerê lijna Dêrelukê amadebibûn.
Divê warî da Şevgêr Remezan berpirsê peymangay meşiq û rahînanên pîşeyî Şêladizê ewa ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bo KDP.info diyarkir ku, me giring zanî evê xulê bo xwendevanên pula şeşê vekeyn çunku gelek ji xwendevanan ew şiyan nînin bi xwe mamostayê taybet bigrin lewma me ev xule bo 26 qutabiyên sînorê nahiya Dîrelukê vekir û ev xule dê bo mawê heyvekê ya berdewam bît daku hemî qutabî wek yek beşdarbin û li dev me hindî bên dê xizmeta hemî xelkê bikin lê barapitir di xizmeta kesanên hejar û kêm deramet dayne.



__2014_06_17_h12m40s27__BA.jpg)
