9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Liqê 18 harîkarî bi ser 345 malbatên Şêladizê belavkirin

Çavkanî: KDP.info

Şêladizê– KDP.info/ Harîkariyên diravî bi ser 115 xêzanan û ahên xwarinê bi ser 230 xêzanan li sînorê lijna nawça Şêladizê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ji aliyê liqê 18 û lijna navhatî hatin dabeşkirin.

Bi merema haydar bûn dur rewşa jiyara xelkê û seredana nesaxan û drêjkirna destê harîkariyê bo xêzanên hejar û destkurt Ferîq Faruq berpirsê liqê 18 di gelda Mihemed Selîm Nêrwey berpirsê lijna nawça Şêladizê li duf bernamê meha remezanê yê liqê‌(18) ê‌partî, seredana hijmareka xêzanên komelgeha Şêladizê û gundên dewruberan li sînorê‌lijna Şêladizê ya partî da û arîkariyên diravî Bi ser hijmareka xêzanan belavkirin.

Mihemed Selîm Nêrwey berpirsê lijna nawça Şêladizê di daxuyaniyekê da got: " Bi helkefta meha remezanê û çejnê û li gorî bernamê liqê 18 bo dirêjkirina destê harîkariyê bo hejar û kêm derametên deverê li sînorê lijna me harîkariyên diravî liser 115 xêzanan hatîne parvekirin û dîsan di mawê vê heftiyê de me ahên xwarinê Bi ser 230 xêzanan belavkirîne, serdanên me bûne cihê dilxweşiya xelkê me ku eve erkek liser milên me ye."

Nûçeyên têkildar