9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Li Iraqê 16 milyon bombe û 25 milyon mînên neteqandî hene

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ Wezareta Jîngehê ya Iraqê ragehand ku heta niha nêzîka 16 milyon bombeyên mîsket (cluster) û 25 milyon mîn-mayînên neteqandî di nav axa Iraqê de hene û evna jî gef in bo canê hevwelatiyan.

 Di vê derbarê de Rêveberê Karûbarê Mînan li Wezareta Jîngehê ya Iraqê Îsa Feyaz got: "Hêzên hevpeyman ku sala 2003’ê Iraq dagîr kirin, nêzîka 50 milyon bobeyên mîsket bi ser axa Iraqê de avêtin xwarê, heta niha 16 milyon ji wan bobeyan neteqiyane û evna jî hem gef û hem metirsîdar ji bo hevwelatiyan."

 Feyaz da zanîn ku ji xeynî wê hejmara zêde ya bombeyên neteqiyayî, heta niha nêzîka 25 milyon mîn-mayîn li ser sînorê navbera Iraq û Êranê hatine çandin û wiha axifî: "Lê Wezareta Jîngehê salane tenê dikare 15 milyar dînar bo rakirina wan veqetîne û evna jî têr nake. Ji bo teqandina wan pêdivî bi butçeyeke zêde heye."

Nûçeyên têkildar