9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên Giştî yên PDK

DXB hevkariya 150 malbetên Rojavayê Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Şeqlawa-KDP.info/ Di çarçoweya kar û çalakiyên xwe yên xêrxwazî de duhî dezgeha xêrxwazî ya Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê hevkariya zêdetir ji 150 malbetên Rojavayê Kurdistanê yên ku, li derdora Şeqlawayê de hatine bicîhkirin kir.

Tê zanîn ku, ev duyemîn care dezgeha xêrxwazî ya Barzanî hevkariya Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku, li derdora Şeqlawayê de hatine bicîhkirin dike.

Di vê derbarê de Nunera Kurdên Rojavayê Kurdistanê Şîrîn Reşîd behsa hevkariyên han kir û ragehand ku, dezgeha xêrxwazî ya Barzanî çendîn pêdeviyên sereke û girîng pêşkêşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ên nîştecîh li devera Şeqlawayê de kiriye. KTV

Nûçeyên têkildar