9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 1 harîkariya kêmendaman kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Jibo li nêzîk agadarbûn li ser rewşa kêmendaman û xwedan pêtviyên taybet duhî 3/8/2013 şandeke liqê yek ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya berêz (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê liqê û berêz (Behcet Avdel) kargêrê liqê û berpirsê (N.R.C.P) seredana jimareka endamên kumelên (jîn û kerulalan û kurtebala) liqên Dihokê kir.

Di peyvekê de berpirsê komela Jîn bi navê hemû amadebûya bi xêrhatina şandê liqê kir û rolê wan û piştevanî kirina wan ya berdewam digel van komelan de bilnd nirxand, paşan birêz (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê liqê1 peyvek pêşkêşkir û xweşhaliya xwe derbirî bi amadebûna wan digel vê texê û dakukî li ser wê çendê kir ku partî bi şêweyekê giştî û liqa yek bi taybetî dê hemû deman harîkar û piştevanê van texan bît û diyar kir jî rêbaza partî û Barzanî em wesa fêrkirîne ku em hemî deman xizmetkarên milletê xubin.

Li dumahîkê jî bi helkefta heyva remezanê û cejnê harîkariyeka deravî li ser amadebûyan hate belavkirin.

Nûçeyên têkildar