Lezgîn bo xêzanên şehîd û pêşmergeya: Xizmeta me nayê hemberkirin digel xwîn û westan we

Zaxo-KDP.info/Li gorî bernama liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo seredanên xêzanên şehîd û pêşmergên qehreman, Serbest Lezgîn berpirsê liqê bi serperştiya şandekê serdana hijmareka xêzanên şehîd û pêşmergên qehreman li sînurê lijna nawça Xabur ya Partî da û ji nêzîk ve agehdar bû li ser jîn û jiyara wan.
Di vê seredanê de berpirsê liqê Xebat û xuragiriya şehîd û pêşmergên qehreman di rojên sext û dijwar de bilnd nirxandin û diyar kir ku ev azadî û pêşkeftina îro em têda dijîn berhemê xwîna şehîd û pêşmergên xuragire lewra xebata wan nayê jibîr kirin û her xizmeteka bo kes û karên şehîdan bihête kirin nayê berawird kirin hember wê zehmet û derdeseriyên pêşmergan di nav şoreşê de dîtin û em weku partî bi erkê xwe dizanin berdewam pisyara jiyara wêrsên şehîdan û pêşmergên qehreman bikin û gwedariya gile û gaznde û kêmasiyên wan bikin û li gorî şiyanan bo çareser bikin.
Ji layê xwe ve xêzanên navbirî sipasiya berpirsê liqê 8 kir bo vê seredanê û tekez li ser helwîstê xwe yê kurdperwerî û netewey kir û hevdem berpirsê liqê piştevanî û berheviya liqê bo her karekî di xizmetê de dûpat kir.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)