Liqê 1 yê PDK salvegera derçûna yekem jimara rojnama Evro pîrozkir

Liqê Yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi helkefta derçûna yekem jimara rojnama Evro biruskek belavkiriye eve jî deqa wêye:
Bi helkefta derçûna yekem jimara rojnama Evro bi navê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî sernivêser û rojnamenivês û karmendên rojnama Evro dikin.
Rojnama Evro yekem rojname ya rojane ye bi zaravê kirmancî li Dihokê derdkeve û cihekê pêşeng di nav karwanê rojnamevaniya Kurdî de girtiye bi taybet li devera behdînan, û rolekê kara digêrît di belavkirina hizra medenî û dîmokrasî de.
Partiya Demokrat a Kurdistanê pîtekê mezin bi rojnamegeriya kurdî daye û rêz li azadiya wê girtiye ji pêxemet bilnd ragirtina peyva azad û bi hêzkirina desthelata çiwarê.
Dûbare salroja hewe pîrozbe û hêviya serkeftin û pêşveçûna zêdetir bo rojnama hewe dixwazîn ji pêxemet parastina destkeftên meznên gelê me û bi destveynana armancên bilnd û pîroz.
Liqê Yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
30/7/2013




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)