Liqê 9 yê PDKê nanê fitarê bo xelkê deverê berhev kir
Akrê-KDP.info/ Bi amadebûna Serbest Tirwanşî berpirsê liqê nehê partî û endamê serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Sebah Beytula endamê perlemanê kurdistanê û endam û kargêrên liqê neh fitarek bo mamostayên olî û kesayetî û rîhspiyên devera lîjna nawça Bicîl û Botan rêkxist.
Li destpêkê berpirsê liqê 9 bi germî bixêrhatina mêhvanan kir û rolê mamostayên olî di nav civakê de bilnd nirxand nexasm di heyva remezana pîroz de bo belavkirina giyanê harîkariyê bo binemalên dest kurt û hejar.
Dîsan amaje da bi pîroziya vê mehê û xwest ku bibîte sala keyfê û xweşiyê bo hemû muslmanan û bi taybet milletê Kurd û got: " Wek her sal me ev bername despêkiriye belê ev sale bi çalakî û bernamên ber firehtir me despêkiriye merema mejî bo bêtir yek nêzîk bûne digel texên civakê we ku hest kirin bi birayetîyê."
Li dumahiyê de jî xwest xwedayê mezin rojî û îbadetê hemûyan qebûl bike û milletê kurd hemûyan bi ser bixe di jiyanê daw jilayê xwe ve mamostayên olî sipasiya berpirsê liqê kirin bo vê mêhvandariyê.




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)