9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

Berpirsê liqê 9 serdana hijmarek ji malbatên hejar kir

Çavkanî: KDP.info

Akrê-KDP.info/ Di çarçovê û bernamê rêkxistî ya liqên Partiya Demokrat a kurdistanê bo harîkarî kirina xêzanên hejar û kêm deramet di heyva remezana pîroz de, duhî şandeke liqê nehê Partiya Demokrat a kurdistanê li qeza Akrê bi serperştiya Serbest Tirwanşî berpirsê liqê nehê partî sera hijmareka xêzanên hejar û kêm deramet li sînorê deverên Akrê û Rizgarî da û diyarî û harîkarîyên liqê nehê PDKê pêşkêşî wan xêzanan kir.

Di vî biyavî de Serbest Tirwanşî berpirsê liqê nehê partî behsa vê bernamê rêkxistî ya liqê nehê partî kir û diyarkir ku xizmetkirina texa hejar û dest kurt erkê kadirên partî ye û herdem partî xwe bixizmetkirin û harîkarîkirina tex û çînên cuda yên civakî kiriye xwedan.


Ji layê xwe ve ew xêzanên hejar û kêm deramet ewên di çarçovê bernamê harîkarîyên liqê nehê partî di heyva remezana pîrozde harîkarî û diyarî bo hatîne pêşkêşkirin dilxweşiya xwe bi rêkxstina vî bernamê rêk û pêk diyarkirin, herwesa wan xêzanan sipasiya liqê nehê partî kir bo pêşkêşkirina wan harîkariyan.

Nûçeyên têkildar