Liqê Yek serdana jimareka xêzanên hejar kir

Dihok-KDP.info/ Berdewamî dan bi bernamê salane yî remezina pîroz ewê yê ji layê kargêriya liqê yekê partiya dîmukirata Kurdistanê ve li Duhokê di hête danan jibu nêzîk agehdar bûn li ser jîn û jiyara xelkê deverê li sinorê lijnên navçên ser bi liqê yek ve.
Ebdulxaliq Babîrî endamê encumenê serkirdayetiya partiya dîmokirata Kurdistanê û berpirsê liqê yek di gel da herdû berpirsên lijnên nawiçên (Serhildan û Duhok) li roja yekşembî 14/7/2013 seredana hijmareka xêzanên hejar û kêm deramet li sinorê her dû lijnên navibirî kir.
Di van seredanan da û piştî pîrozkirina heyiva remezanê berpirsê liqê da diyarkirin ku ev core seredane erkekê salane ye li ser milên liqê yek û her dezgehekê partî li deverê û nexasme di heyiva remezana pîroz da û diyar kir ku van seredana giringiyeka mezin heye ji bo nêzîk agehdarbûn li ser jiyana xelkê sinorê liqê yek û bi taybetî xêzanên hejar û destkurt.
Ji layê xwe ve xêzanên navibirî sipasiya berpirsê liqê yek kir û li dumahiyê berpirsê liqê amadeyî û piştevaniya xu da diyarkirin bu her karek û harîkariyeka pêdivî




__2014_06_17_h19m52s48__BA.jpg)