9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Liqên Partî

kur û keçan bawernamên mala lawan sitendin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/Bi merema bêtir xizmetkirin û pêgehandin û avakirina wan û tijî kirina demê‌ vala yê‌ lawan û rewşenbîrkirina wan ji hemî layekî ve û daku kesayetiya lawekê‌ berhemdar bihête avakirin, mala lawan ya ser bi navenda bala Dihok ya yekîtiya lawên Demokrat a kurdistanê‌ rabû bi sazkirina ahengeka hunerî bi helkefta dumahîk înana (7) xulên fêrkirnê‌ yên cura û cur ewjî dibiyavê‌ (kompyuter û entrnêtê‌ û zimanê‌ Inglîzî û başnivêsînê‌ û 2 xulên hunerî‌ muzîkê‌ û 2 xulên hunerê‌ şêwekarî).

 

Ev xule bi çavdêriya (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê‌ liqî yekê1 yê‌ (PDK) û bi amadebûna (Behcet Avdel) kargêrê‌ liqê‌ û hijmareka dî ya berpirs û endamên sînorê‌ liqê 1.

 

Di rê‌ û resmên sazkirina ahengekê‌ de hijmareka birgên xweş û qeşeng hatbûne amadekirin ji layê‌ pişkên malê‌ û dîsan pişka muzîkê‌ çend stiran û parçe muzîk pêşkêşî amadebûyan kirin û her wesa ev ahenge ya bê‌ behr nebû ji xwandina hozana jilayê‌ hozanvanên law.

 

Li despêkê de‌ çavdêr ahengê di peyvekê‌ de dest xweşî li mala lawan kir jibo rêkxistina vê‌ ahenga ji hejî ku bi helkefta dûmahîk înana van xulên bê‌ beramber bo lawên parêzgeha Dihokê‌ û hêvî xwast ku berdewam bin li ser van karên hejî daku lawê‌ me zêdetir mifayê ji demê‌ xwe yê‌ vala bibînît û bi drustî kesatiya lawekê‌ xwedan şiyan bihête avakirin.

 

Hêjayî gotinê‌ ye ku (200) lawên kur û keç di pişikdarbûn divê‌ ahengê‌ da ku eve ew lawn yê‌ ku pişkdar di xulên mala lawan da û ev xule bo mawê‌ heyvekê‌ berdewam bûn û wanên tiyurî û piraktîkî ji layê‌ mamostayên pisporî ve dê‌ liser babetên xulan bi têr û teselî dihatine gotin û şirovekirin û li dumahiyê‌ jî piştî aheng bi govend û dîlanê bi dûmahîk hat hijmareka diyarî û xelatên hêja li ser lawên behremend hatine pêşkêşkirin jilayê‌ mala lawan ve

Nûçeyên têkildar