9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Dezgehên Partî

PDKê: Hebûna PKK li Başûrê Kurdistanê bûye perdeyeke kirêt ji bo dagîrkariyeke nerewa

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de bersiva nûçeyeke malpera (Rojnews) a PKKê û daxuyaniyeke serkirdeyê PKKê Mistefa Qeresû da û ragihand, divê PKK rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire. Destnîşan kir jî, şerê wan li dijî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û dezgehên rewa yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê bersiva Mistefa Karsû da û ragihand:

“( Ji bo tevgera Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê razîbûnê ji kesî nastîne)

Malpera (Rojnews) a PKKê çend daxuyaniyên Mistefa Qarasû yê bi navê Endamê Konseya Rêveber a PKKê belav kiriye. Daxuyaniyên navborî, weke daxuyaniya hevalê wî Duran Kalkan yê berî hefteyekê ne, hemû xapandin û guhartina rastiyan û hewla xapandina raya giştî û gelê kurd û Kurdistaniyan e.”

Qarasû dîsa weke hemû berpirsên PKKê, dixwaze revyana PKKê bo Herêma Kurdistan, şerfirotana PKK bi Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û dezgehên Herêma Kurdistanê û yasayên wê, bi nakokiyên navxweyî û şerê xwe û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nav bike! Ev xapandin û berûvajîkirina rastiyan e, naskirina mebestên PKKê ji van xapandinan, zîrekiyeke ewqas naxwaze. Wek çawa armanca Qersû xuya dike dema ku navê Kurd û Kurdistanê dibêje, ku bi salan e ev nav jibîr kirine û yê ku ev nav tanîn ser zimanê xwe dijî wan derdiketin.

Qersû idîa dike ku (gerîlayên PKKê dizanin ku ew di ber çi de şer dikin). Ev jî yek ji xapandinên xuya yên berpirsên PKKê ye di salên derbasbûyî de. Ji ber ku PKKê bi salan e ciwanên kurd bi navê mafên kurd û Kurdistanê ji rê dibe û ji bo armanca îdolojiyeke entîka de, şerê xwe bi wan dike û wan didin kuştinê. PKK ji cîhanê re xuya dike ku ew hewl ji bo demokrakîtkirina Rojhilata Navîn didin û baweriya wan bi mafê neteweyî û xaka bi navê Kurdistanê nîne, lê dema tên pêş çekdar û malbatên wan çekdaran, wê demê bi zimanê kurdî behsa netewebûn û xebata neteweyî dikin.

Di gotinên xwe de, Qersû, gelekî behsa dagîrkariyê dike, li wir navhatî dixwaze 3 rastiyan ji bîra xwe û xelkê Kurdistanê bibe. Yê ku li dijî her dagîrkereiyekê ye, Herêma Kurdistanê ye û vê helwesta xwe bi dengeke bilind dibêje. Dûyem, PKK e yê ku dema jê re derdikeve, di cih de axa ku digrin, dagîr dikin, û tevî ku ti mafeke wan li wî cihî tune ye, jibilî mafê penaberiyê, lê wek dagîrker kar ligel xelkê dikin. Sêyem jî, berpirsên PKKê û hemû dinya jî dizanin ku hebûna PKK li ser axa Herêma Kurdistanê bûye perdeyeke kirêt ji bo dagîrkariyeke nerewa. Wek tê zanîn jî take rê ji bo nehîştina vê perdeyê li ser vê nerewatiyê, nemana PKKê li wan cihan e û dawîkirina şerfirotana bi xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Qersû çend caran behsa wijdan û exlaqê dike, bê ku zanibe bingeha wijdan û exlaq rastî ye. Ligel xelkê xwe û xelkê din rast be. Berpirsên PKKê ku bidehan sal e bi navê kurdayetî û xebata netewî û dûr ji mafên netewî û azadî û berjewendiyên xelkê Kurdistanê xortên Kurdan bi kuştin didin ji bo armancên xwe yên îdyolojî yên kevin û dûr ji neteweya Kurdî, lewma mafê wan tune behsa wijdan û exlaqê siyasî bikin.

Divê Qersû û berpirsên PKKê têbigihin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevger û guhartina cihên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê, moletê ji ti alî û kesekî nastîne û divê PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire. Eşkere û zelal e ku şerê wan li dijî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û dezgehên rewa yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hebûna wan li Metîn û Gare û Berwarî û Batîfa û cihên din ên Herêma Kurdistanê ti pêwendiya wê bi (dîmokratîkirina) wî welatî û wî welatî û Rojhilata Navîn û (birayetiya gelan) tune ye.

Divê berpirsên PKKê wê yekê jî baş zanibin ku ev xapandinên PKKê, nikarin berpirsên PKKê xelas bikin ji pirsên nav dilê çekdarên we û malbatên wan ku dibêjin: We çima em anîne vir û di ber çi de em li Metîn şerê Pêşmerge bikin?

 

Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

30.6.2021”

 

Nûçeyên têkildar