Dezgeha Xêrxwazan ya Barzanî alîkariya êzidiyan dike

Hewlêr-KDP.info-Dezgeha Xêrxwazan ya Barzanî, şeva borî bi komek xebatkarên xwe ve ji bo alîkariyê gihîştin êzidiyên ji Şingalê reviyayî.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwazan ya Barzanî Îbrahîm Semîn ragihand ku piştî wan dîmenên êzidiyan li ser televizyona Rûdawê dît, zanîn çi qas di rewşeke xirab de ne û wan teqez biryar da herin alîkariya wan bikin.
Derbarê alîkariyan de jî Semîn wiha got: “Me îşev çar kamyon zad û pêdiviyên din gihande wan, sibe jî em dê vê alîkariya xwe bidomînin.”
Îbrahîm Semîn herwiha ragihand ku, heta ev koçber diçin ser mal û halên xwe, alîkariya wan dê berdewam be.
Piştî çekdarên DAIŞê li ser navçeya Şingalê de girt, hejmarek mezin, ji ber êrişa wan navçe terikand û daxwaziya alîkariyê kirin.




