zgeha Barzanî ya Xêrxwazî alîkarî gehandine Çiyayê Şingalê

KDP.info- Şingal- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî karwaneke alîkariyan gihande derbiderên Kurdên Êzdî li Çiyayê Şingalê.
Îro Duşemê, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî karwaneke xorak û pêwîstiyên zarokan gehandie ser Çiyayê Şingalê.
Dezgehê ew alîkariyên ku ji şîr, cil û bergû dermanên paqijkirinê pêk dihatin, bi ser 550 zarokên derbider ji Kurdên Êzdî de parve kirin.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî , Mûsa Ehmed ragehand ku, dê dezgeh li ser alîkarîkirina penaber û derbideran berdewam be.




