9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Dezgehên Partî

Bersivek bo Desteya Rêveberiya PKKê û Zozan Çewlîk

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Desteya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 42yemîn salvegera damezrandina xwe de û herwiha Zozan Çewlik ji Navenda Parastina Gel, bi hêrseke mezin û dûr ji mentiq û rastbîniyê, behsa hejmareke mijarên girêdayî bi Herêma Kurdistanê û rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cenabê Serok Mesûd Barzanî dikin, bi taybetî di şîrovekirina bûyeran de û herwiha şerfiroşiyên PKKê bi Herêma Kurdistanê, weke herdem ketine nav xeletiya dîrokî û siyasî û heya ketina nava xeletiya çandê de jî.

Em dixwazin pir bi kurtî û bi zelalî bêjin:

PKK û hemû aliyên ser bi wê ve, divê vê rastiyê bizanin ku xelkê têkoşer û dilsoz ê Kurdistanê rastî û heqîqeta PKKê fêm kirine û dizanin, ji bo çi û bi çi meramekê, ew merama ku xizmeta nahezên gel dike, PKKê qada rasteqîn a xebatê ya li Bakurê Kurdistanê hiştiye û hatiye Başûrê Kurdistanê û pevçûn û şerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî dike.

Rastiyeke dîrokî heye, ku divê em behs bikin, ew rastî jî ew e ku PKK ji destpêka damezrandina xwe ve heya niha nekariye weke hêzeke netewî, xebata siyasî û azadîxwaz bike û li qada xwe ya rasteqîn, nexşeya wê hebe. Nexşeyek ku li ser bingeha demokratîk û modern a jiyana siyasî ya hevdem hatibe xêzkirin, da ku bala dinyaya nû bikşîne ser xwe û dost û piştevan ji bo doza rewa ya gel bicivîne. Lê PKK ne tenê nexwest wê rol û nexşeyê bibîne, berevajî wê, roleke negatîv a wisa lîst ku demeke demdirêj jê re divê ku em niha bêjin. Emê li vir tenê amaje bi wê rola negatîv bikin, ku ji şerfiroşiya bi xelkê Kurdistanê û dijayetîkirina vê parlemento û hikûmeta bi demokratîk hatiye hilbijartin.

PKK heya niha ti caran armanca wê pirsa Kurd nebûye, eger li cihekî jî behsa pirsa Kurd kiribe, ji bo sergermkirin û ciwankirina paragrafên PKK yên siyasî û medyayî bûye. Ma PKK tenê yek armanca wê heye, ew jî ferizkirina siyaseta xwe ye li ser tevahiya tevgera Kurdî. PKK dûr e ji demokrasiyê û rewatiya yasayî û dûr e ji bingehên jiyana moderin.

PKK di hindurê xwe de û di nava partiyên Kurdistanê de jî tenê rola lêdana kesayetiyên netewî û xerakirina navê wan kiriye.

PKK ku meydana xwe ya xebatê ya rastî hiştiye, ku ev jî dûr e ji bingêhê demokrasiyê, ku şerê xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, û netewe û ax û ziman û ala Kurdistanê jê re nexem e. PKK bûde darê destê dewletên navçeyê û bi xirabtirîn şêwe ji aliyê hêzên navçeyê ve tê bikaranîn.

Siyaseta PKKê siyaseteke nenetewî ye. PKK çendîn car bûye sedema şer û xwînrijandina Kurdan û ziyaneke mezin gihandiye doza rewa ya Kurd, rijdbûna wê li ser heman siyaseta nenetewî, ji bo hemû dilsoz û demokrasîxwazan bûye cihê pirsyar û gumanê, pirsyar û gumanek ku roj bi roj PKKê lawaztir dike!.. Lawazbûnek ku her ku diçe PKKê zêdetir dixe himêza neyarên Kurd û Kurdistanê û ew jî karên ecêb pê dikin. Karên ku di ti mentiqekê de cihê wan tine, weke; revandina zarokan, têkdana piran, xerakirina gundan, eziyetdana cotkaran û şewitandina rez û bexçeyan, heta digihîje rawestana li ber parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku destkefta xwîna şehîdan û xebata Pêşmergeyên ku xwîna xwe xistine destê xwe û ji rola xebata gelê Kurdistanê ye.

Piştî dirustbûna qewareya şeriî û rewa ya Herêma Kurdistanê, PKK siyaseta li dijî PDK û Barzanî da pêşiya xwe û cîbicîkirina hemû plan û siyasetên di vî warî de girtiye stûyê xwe. Çar gerên şer ên PKKê yên li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di salên nodî de bes in û belge ne, ji bo îsbatkirina wê rastiyê, ku PKK kar ji bo tevliheviyê û şereke nû dike, şerek ku beriya her aliyekî ewê ziyanê bibînin û berdêla wê bidin.

Beşê Rojnamevaniyê yê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê

10.11.2020”

Nûçeyên têkildar