Dezgha Xêrxwazî ya Barzanî hevkariya penaberên Rojava kir

Dihok-KDP.info-Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevkariya 1800 penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Dareşekranê kir, herwiha alîkarî ji koçberên Mûsilê re pêşkêş kir.
Piştî têkçûna rewşa ewlehiya bajarê Mûsilê, xelkên wê parêzgehê bi awayekî berfireh berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê, û piranya wan koçberan li Dihokê ne.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevkarî û alîkarî pêşkêşî wan koçberên parêzgeha Mûsilê yên li Dihokê kir.
Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Dare Şekranê pêdviyên Havînê li ser 1800 malbatên penaberên Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Îro 12/6/2014 bi mebesta bi hewarçûna koçberên parêzgeha Mûsilê û gehandina pêwîstî û hevkariyên sereke ji wan re, Dezgeha Xêrzwazî Barzanî li Dihok hijmarek ji alîkariyan bi ser wan koçberan de belav kir.
Ji aliyekî dî ve, li kampa Dare Şekranê, ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di berdewamiya pêşkeşkirina alîkariyan ji bona penaberên Rojavayê Kurdistanê, di helmetekê de û ligel rêxrawa IOM ya cîhanî, pêdviyên havînê bi ser 1800 penaberan de belav kirin.




