Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêdviyên rojane bi ser penberên kampa Gewêlan belav kirin
__2014_05_17_h22m55s4__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li kampa Gewêlan panke û kelûpelên nav malê bi ser 458 xêzanên penaber belav kir.
Di çarçoveya kar û çalakiyên xêrxwaziyên xwe de , Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampên nava Herêma Kurdistanê ku di çendîn car de helmetên corbicor yên alîkariyan bi ser wan de belav kirine, vê carê jî DXB di helmetekê nû de panke û kelûpelên nav malê bi ser 458 xêzanên penaber belav kir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevjarî ligel rêxrawa IOM ya Ferensî rabûn bi belavkirina çendîn kelûpelê û pêdawîstiyên rojane bi ser penaberên kampa Gewêlan.




