Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her hefte xwarinê dide penaberên Rojava

Hewlêr-KDP.info/ Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî û xwarinê bi ser penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr de belav dike. Penaber jî ji vê yekê kêfxweş in.
Gellek saziyên sivîl ên Herêma Kurdistanê bo baştirkirina rewşa penaberên Rojava yên li Başûr kar dikin. Yek ji wan saziyan Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ye ku kamp bi kamp digere û alîkarî û xwarinê bi ser penaberan de belav dike.
Penaberên Rojava jî ji vê çalakiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî razî û kêfxweş in.
Li gorî agahiyên yek ji berpirsên dezgehê, endamên dezgehê her hefte serdana kampekê dikin û têra hefteyekê xwarîn û vexwarin bi ser penaberan de belav dikin.
Li gorî amarên fermî, heta niha herî kêm 250 hezar penaberên Rojava li nav kampên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê de dimînin




