Xisro Goran: PDK ê ne li gel paşxistina helbijartinên civatên parêzgehan e

Hewlêr-KDP.info/ Sefa Musewî peyvdarê komisyona helbijartinan bo dezgehên ragehandinê diyarikirbû ku ji egerê mijûlbûna komisyonê bi helbijartinên civata nûnerên Iraqê ve ku biriyare li 30/4/2013 bihêne encamdan, komisyonê neşêt helbijartinên civatên parêzgehan li Kurdistanê encam bide û dibe ew helbijartine bihêne paşxistin bo piştî helbijartinên Iraqê.
Xisro Goran berpirsê dezgehê helbijartinan yê Partiya Demokrat a Kurdistanê diyarikir ku ew ne li gel paşxistina helbijartinên civatên parêzgehane û got:" komisyonê du jivan pêşiniyaz kirîne bo encamdana helbijartinan, ya yekê li gel helbijartinên civata nûnerên Iraqê li 30/4/2014 bihêne encamdan û ya duyê li meha tebaxa 2014 bihêne encamdan."




