9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Dezgehên Partî

PDK: Hindek alî hewla lekedarkirina îrdadeya gel û zîyangihandin bi navbangê proseya demokrasiyê li Kurdistanê didin

Çavkanî: KDP.info

Dezgeha rewşenbîrî û ragihandina partîya demokrata Kurdistanê beyannameyek bo raya giştî belav kiriye û tê de ragihandiye, ku roja 21ê Eylûlê xelkê Kurdistanê di hilbijartineke azad û serkevtî de têneke din bi desthilata gelsalar û pêşkevtina welat da û nimûneyeke serdemîyane ya beşdarîya hevwelatîyan di proseya siyasî de pêşkêş kirin, lê cihê dilgiranîyê ye ku di ewan du rojên dawî de çend kes û alî û dezgehên ragihandinê hewla lekedarkirina îradeya xelkê Kurdistanê û zîyangihandin bi navbang û pêgeya demokrasyî li Kurdistanê didin.
 

Di beyannameya dezgeha rewşenbîrî û ragihandina PDK de hatiye:´´ roja 21ê Eylûlê, xelkê Kurdistanê di hilbijartineke azad û serkevtî de têneke din bi desthilata gelsalar û pêşkevtina welat da û nimûneyeke serdemîyane ya beşdarîya hevwelatîyan di proseya siyasîya welat de pêşkêş kirirn ku bi danpêdan û şahidîya nûnerên welatan û hemû çavdêrên navdewletî û rêkxistinên civaka sivîl û serkirdeyên partîyan jî, proseya hilbijartinê bi giştî bi serkevtûyî û pakij û nimûneyî hatiye navbirin.´

Dezgeha rewşenbîrî û ragihandina PDKê herwiha di beyannameya xwe de ragihandiye:´´ lê ewa ku cihê dilgiranîyê ye, di du rojên dawî de hindek kes û alî û dezgehên ragihandinî li cihê ku benda ragihandina encaman ji alîyê komisiyona bilinda hilbijartinan ve bin û wê demê bi rêya qanûnî û dirust her gilî û têbînîyek ku hebin, bixin ber çavan, kevtine bexşîna tohmetên nedirust û bê bingeh û hewla lekedarkirina îradeya xelkê Kurdistanê û zîyangihandin bi pêgeh û navbanga proseya demokrasîyê li herêma Kurdistanê didin.´

Di beşeke din a evê beyannameyê de hatiye:´´ ewe di demekê de ye ku di gişt qonaxên proseyê de nûner û çavdêrên hemû partîyan di dema dengdan û hejmarkirina dengan de amade bûne û bi dehan çavdêrên navxweyî û bîyanî jî çavdêrîya proseyê kirine û rêkarên komisiyona hilbijartinan jî guncaw bûn.´´

Dezgeha navhatî ya PDKê tekez jî kiriye:´´ em li partîya demokrata Kurdistanê, serbarî hebûna hindek têbînî û serincên me bi xwe li ser proseyê, lê em li ser wê bawerîyê ne ku pêywsîte hemû alîyekê me bi bêhnfirehî û hestkirin bi berpirsyaretî pebndê qanûnê û rêkarên komisiyona bilinda hilbijartinan bîn û piştî ragihandina encaman, her alîyek mafê xwe ye ku gilî û tane hebe li ser encaman û li gor qanûnê pêşkêş bike.´´

Herwisa daye xuyakirin jî, ku ´´ em li ser evê bawerîyê ne ku ew denge denga ragihandinî ya ku wan kes û alîyan dest pê kiriye, nîşanderê evê rastîyê ye ku ew fêr bûne ku dijatîya hemû tiştekê bikin û armanca wan jî naşîrînkirina proseyê û zîyangihandin bi navbanga herêmê û şaşkirina raya giştî û têkdana asodeyîya civakî û hejandina rewşa derûnîya hevwelatîyên Kurdistanê ye.´´

Dezgeha rewûşenbîrî û ragihandina PDKê di dawîya beyannameya xwe de tekez dike:´´ pêywîste em hemû pabendê îradeya gelê xwe bîn û li şûna dirustkirina alozîyan û tohmetbarkirina bê bingeh û şerê derûnî li gel civaka Kurdistanê, pêywîste bi ruhekê berpirsane reftarê li gel rewşê bikin ku em hemû bîr li dahatî û bextewerîya hevwelatîyan û geşedana welatê xwe bikin

Nûçeyên têkildar