9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Polîtburoya PDKê salvegera damezrandina malpera KDP.info pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya 10yemîn salvegera damezrandina malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birêzan rêveber û kadir û karmendên malpera KDP.info..

Bi boneya 10yemîn salvegera damezrandina malpera Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info), em germtirîn pîrozbahiyê li we û xwênerên birêz ên malpera we dikin. Em ked û xebata we ya rojane û berdewam ji bo belavkirin û gihandina nûçe û zanyariyên dirust bilind û pîroz dinirxînin. Em bi hêvî ne ku sala bê ya karê we tije be bi qonaxên geştir û bi pêşkeftinên zêdetir.

Damezrandina malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP.info), ligel televîsyon û dezgehên din ên ragihandinê pêwîstiyeke serdemyane ya elîktronî bû, ku di heyama 10 salan ji temenê xwe kariye bi serkeftî erkên xwe cîbicî bike û gelekî xizmeta vî warî bike.

Em hêvîdar in ku di pêşerojê de jî bi heman canê rastgoyê û baweriyê hûn bi rola xwe ya girîng rabin, ew jî bi belavkirina nûçe û zanyariyên dirust û cihê baweriyê û zêdekirina canê tevahî û pêkvejiyan û dilsoziya ji bo welat.

Bi vê boneyê dûbare em piştevaniya xwe ji bo pêşvebirina malpera KDP.info nîşan didin û em dixwazin hûn wek herdem pêşeng bin di rastgoyê û xizmetê de.

 

Polîtburoya PDKê

28.2.2021”

Nûçeyên têkildar