9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

PDK: Vê carê jî rêbaza PDKê û Barzanî biser ket..Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê bi boneya serkeftina mezin a PDKê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de peyamek ragihand û tê de got, vê carê jî rêbaza Barzanî û PDKê biser ket û xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat.


Komîsyona Hilbijartinan îro encamên 85% yên hilbijartinên Kurdistanê ragihand û tê de got ku PDKê 595 hezar û 592 deng bidestve aniye. Piştî ragihandina encamên destpêkê, Polîtburoya PDKê peyameke serkeftinê belav kir.
Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Wek çawa me pêşbînî û texmîn dikir, vê carê jî rêbaza PDKê û Baraznî biser ket û her wek pêşeng ji Kurdistanê re ma. Xewna neyarên kevin û nû bicîh nehat. Di van hilbijartinan de bangeşe û propagendeya derew nikarîbû xelkê Kurdistanê yên hişyar bixapîne.”
PDK ragihand: “Ev serkeftina me serkeftina heq û rastiyê ye. Ev serkeftina PDKê serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê ye. Serkeftina wan kesan e ku çavê wan li Kurdistaneke bihêz û avedan û xweş e. Lewma em pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî xelkê Kurdistanê bi giştî û alîgirên PDKê bi taybetî dikin. Em bi hêvî ne ku ev serkeftina PDKê dê wek hercar bikeve xêr û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de û dê dawiya tevliheviya siyasî were û dê parlamentoyeke çalak û hikûmeteke bihêz pêk were ku karibin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin û çaksazî û guhertinan pêk bînin.”
Polîtburoya PDKê ji xelkê hişyar ên Kurdistanê û ji alîgirên xwe re got: “Em careke din sozê didin we ku emê her di asta baweriya dengê we de bin û emê li gorî hêviya we bin. Emê her xemxwarê serbilindî û kerameta mirovê Kurd û Kurdistanê bin. Emê hemû hewlên xwe bidin ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz û avedan û xweşguzar.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar