9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

PDK: PKK rêzê ji dezgehên Herêmê re nagre..Meydana karê wê Tirkiye ye, ne Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê di daxuyaniyekê de bersiva tohmetên Koma Civaka Demokratîk (KCK) da, û ragihand, ew hêzên ku bo Zîna Wertê hatine şandin ne hêzên PDKê ne û ew hêzên Pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne û erkê wan parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.

Deqa daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):

“Roja 17.04.2020, KCKê di daxuyaniyekê de li ser mijara Zînî Wertê, komek tohmetên bêbingeh arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê kiriye. Ji xwe em wan tohmetan bi tundî red dikin, em tekeziyê li ser wê yekê jî dikin ku ew hêza li Zînî Wertê hatiye bicihkirin, hêza Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û di çarçoveya wan tedbîran li wê deverê hatine bicihkirin ku hikûmeta Herêmê, ji bo rêgirtina li belavbûna şewba Koronayê biryar li ser dabû û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev hêz xistiye tevgerê. Ew ne hêza PDKê ye, lê hêza Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku erkê wê parastina berjewendiyê gelê Kurdistanê ye.

Partiya Demokrata Kurdistanê, hertim bi çavê rêzgirtinê li xebata hemû partî û rêxistinên din ên Kurdî dinêre û piştevanê daxwazên siyasî û medenî yên gelê Kurd bûye. Cihê matmayîneke zêde ye ku PKK wî mafî dide xwe ku li her cihekî ku bi dilê wê be, hêza xwe bişînê wir û destê xwe bavêje karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê, lê belê li cem wê nenormal be ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilata xwe li ser axa xwe cîbicî bike.

Mixabin ew reftarên PKKê niha û di salên derbasbûyî de jî ku li dijî Herêma Kurdistanê kiriye, karên neberpirsan e û şerfiroşan bûne, ku ti rêzek li dezgeh û serwerî, asayîş, asûdeyî û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê negirtiye. Ji ber kar û reftarên PKKê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê nehatine avedankirin û rê li pêşiya jiyana bi hezaran xelkê Herêma Kurdistanê hatiye girtin û ji ber PKKê xelkê Herêma Kurdistanê, baceke gelek mezin a mirovî û madî dane.

Tişta ku heya niha ji PKKê hatiye qebûlkirin, ji ber sîngfirehiya PDKê û Herêma Kurdistanê bûye, ku çavên xwe li zêdegaviyên PKKê girtiye. Heq jî bû ku PKK rêzê li vê helwesta xelkê Kurdistanê girtiba û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtiba û herî kêm rêz li dezgehên Herêmê û welatiyan girtiba ku salên dûr û dirêj e tehemûla hebûna PKKê li ser axa Herêma Kurdistanê kirine.

Pirsgirêka PKKê li gel Tirkiyê ye û baştir e jî li şûna şerfiroşî û çêkirina serêşî û aloziyên zêdetir ji xelkê Kurdistanê re, biçe pirsgirêka xwe li gel Tirkiyê çareser bikin. Meydana karê wan Tirkiye ye, ne Herêma Kurdistanê ye.

 

Polîtburoya PDKê

17.4.2020”

 

Nûçeyên têkildar