9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

PDK bo Brîtanya: Nêta Bexda ji bo çareseriyê tune ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji Konsulê Brîtanya yê li Kurdistanê re got ku nêta Hikûmeta Iraqê tune ye ku pirsgirêkên ligel Kurdistanê çareser bike.

Fazil Mîranî îro pêşwazî li Konsulê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de Mîranî tekez kir ku nabe nanê milet û girtina balafirgehan têkelî pirsgirêkên siyasî bibin, ku ev yek zilmekî mezin e ku li gelê Kurd tê kirin û divê niha bi cidî û li ser bingeha destûrê Iraqê kar ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan bê kirin. Lê nêta Hikûmeta Iraqê tune ye ku pirsgirêkên ligel Kurdistanê çareser bike.

Sekreterê Polîtburoya PDKê got ku Hikûmeta Iraqê bi awayekî kar dike ku tekrewî ye di biryaran de û hevsengiyê têk dide, herwiha hewl dide bi tepisandin û dorpêçkirinê destkeftên Kurdan jinav bibe.

Ji aliyê xwe ve, konsulê Brîtanya tekez kir ku welatê wî hêvî dike pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Bexdayê de bi gotûbêj û jihevtêgiheştinê çareser bibin. Heriwha got ku Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeke mezin e li navçeyê û girîng e hêminî û aramiya wê parastî be.

 

Nûçeyên têkildar