9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

PDK: Referandum mafekî rewa ye û divê xelkê Kurdistanê çarenivîsa xwe diyar bike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Karker û Kedkarê Kurdistanê de ragihand ku referandum mafekî rewa ye û divê xelkê Kurdistanê lidar bixe, ku ev yek jî ne li dijî ti welatekî ye.

Îro li avahiya Polîtburoya PDKê li Selahedîn, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Sekreterê Giştî Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê Bapîr Kamela kir.

Di vê hevdîtinê de, Mîranî tekez kir ku PDKê rijd e li ser yakrêzî û yekhelwêstiya niştimanî di navvera hemû aliyên Kurdistanî de, ji ber ku ev yek bingeheke girîng e bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê û ji bo bidestxistina armancên rewa, nexasim jî ku niha şertûmercên navdewletî mafên Kurdan baş nas dikin, lewam jî mafê gelê Kurd heye ku wek hemû gelên cîhanê di çarçoveyeke yasayî û siyasî û îdareyî de biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku referandum mafekî rewa ye û divê xelkê Kurdistanê lidar bixe, ku ev yek jî ne li dijî ti welatekî ye û dê bibe çareserî ji gelek pirsgirêkên navçeyê re.

Ji aliyê xwe ve, Bapîr Kamela behsa rola Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de û bandor û rola cenabê Serok Barzanî li eniyên şerê li dijî DAIŞê kir. Herwiha amaje kir bi helwêstên Serokê Herêma Kurdistanê di meydana siyasî ya Kurdistan û navçeyê û welatên derve de, ew jî ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li ser asta cîhanê.

Sekreterê Giştî yê Partiya Karker û Kedkarê Kurdistanê tekez kir li ser mafê çarnivîsa Kurdan, ku mafekî rewa ye û niha pêwîstiyek e û pir girîng e ku niha gotina Kurdan bibe yek û pariya me jî bi hemû hêza xwe piştevaniyê lê dike.
 

Nûçeyên têkildar