9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Mîranî: Kîn di dilê kurdan de tune ye..Elewî: Kurd çi biryarê bide emê ligel bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fazil Mîranê ragihand ku deselatdarên Îraqê nikarîne mînakeke ciwan a demokrasî û federaliyê cîbicî bikin û pêwîst e niha rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigire ku ew jî nafê biryardanê ye li ser çarenivîsa xwe.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Sekreterê PDKê Fazil Mîranî pêşwazî kir li nivîskar û kesayetiya siyasî Hesen Elewî ku dostekî nêzîk êgelê kurd e û piştevanê doza rewa ya gelê kurd.

Di wê hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê û dilgiraniya xwe nîşan danli hemberî pirsgirêkên siyasî yên Iraqê, ku girîng e bi diyalog û jihevtêgiheştinê çareser bikin.

Mîranî tekez kir ku beriya niha kurd rastî kuştin û malwêranî û derbideriyê û kîmyabaranê û elfalkirinê û kuştina 8 hezar Barzanî bûne, lê kurd ti kîn di dilê wan de tune ye û herdem bi lêborînê bersivê bidin û berdewam hewl bide avakirina Iraqeke demokratîk û federal ku mafê kurdan tê de parastî be.

Ji aliyê xwe ve Hesen Elewî got ku kurd gelekî qehreman û bo azadî û serbestiyê gelek êş dîtine û gelek qurbanî dane û ew ligel her biryarekê ne ku kurd bidin bo mafê çarenivîsa xwe û ewê yekem kes be ku pîrozbahiyê li kurdan bike û piştevaniya wan bike ûhêvî xwest ku kurd navmala xwe rêk bixin.
 

Nûçeyên têkildar