Mîranî piştevaniya xwe bo Parêzgeha Mûsilê diyar kir..Operasyona Mûsilê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Di pêşwaziya şandeke pilebilind a Encumena Parêzgeha Mûsilê de Sekreterê Polîtbîroya PDKê piştgiriya xwe parêzgeha Neynewa diyar kir û di wê hevdîtinê de operasyona rizgarkirina Mûsilê hat nirxandin.
Îro li navenda Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Encumena Parêzgeha Neynewa Beşar Kîkî û Cîgirê Yekem ê Parêzgar Ebdulqadir Biguş û Serokê Kutleya Biratî û Pêkvejiyanê Seydo Çeto Hesen kir.
Di wê hevdîtinê de ku Endamê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed jî amade bû behsa rewşa ewlehî û siyasî û xizmetguzariya navçeyên rizgarkirî yên parêzgeha Mûsilê hat kirin.
Herwiha tekez li ser hevahengiyê bo belavbûna aştî û pêkvejiyanê di navbera pêkhatên Mûsilê da hat kirin.
Herwiha Sekreterê Polîtbîroya PDKê piştgiriya xwe parêzgeha Neynewa diyar kir û di wê hevdîtinê de operasyona rizgarkirina Mûsilê hat nirxandin.




