9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Swêd pir bi geşbînî li paşeroja Kurdistanê dinêre

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandeke Partiya Sosyal Demokrat a Sermanrewayî ya Swêdê de ragihand ku bo çareserkirina nakokiyan li Başûrê Kurdistanê, PDKê amade ye ligel hemû aliyan bicive.

Îro li baregeha Polîtburoya PDKê li Selahedîn Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li şandeke Partiya Sosyal Demokrat a Sermanrewayî ya Swêdê bi serokatiya Însn Urbak kir.

Di wê hevdîtinekê de, Mîranî behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û spasiya hikmût û gelê Swêd kir ji ber piştevaniya wan bo doza rewa ya gelê Kurdistanê û ew bi dostekî nêzîk ji gelê Kurdistanê wesif kirin.

Derbarê kirîza siyasî ya Herêma Kurdistanê Fazil Mîranî amaje bi wê yekê kir ku ew  qeyran bi nêrîna PDKê çareser dibe û hemû alî dixwazin çareser bibe lê pêwîst e bê merc ligel hev rûnên û divê em hemû wê yekê zanibin ku em hemû xwediyê vî welatî ne û divê em hemû gavan bavêjin ber bi pêş ve. Herwiha tekez kir ku PDKê amade ye ligel hemû aliyan bicive û gotûbêjan bike bo çareserkirina arîşeyan.

Ji aliyê xwe ve, Însin Urbak Serokê şanda Swêdê silav û rêzên Serokwezîrê Swêdê bo gelê Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê û PDKê gihand Polîtburoya PDKê û da zanîn ku serokwezîrê welatê wê pir bi geşbînî li paşeroja Kurdistanê dinêre. Herwiha amadehiya bo dirêjkirina destê alîkariyê bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Kurdistanê.
 

Nûçeyên têkildar