9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Serkonsulê Îranê serkeftina Şingalê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serkonsulê Îranê li Silêmaniyê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan serkeftina Şingalê pîroz kir.

Îro li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li Serkonsulê Îranê li Silêmaniyê Seidulah Mesûdyan û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî ronahî xist ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê bi giştî, herwiha behsa qeyranên ku rastî Kurdistanê hatine, mîna kirîza aborî û birîna mûçeyên xelkê ji aliyê xelkê ve kir. Herwiha bi giringî behsa giringiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi taybetî li Şingalê bi serperiştiya Serok Barzanî kir û ew serkeftin bilind nirxand.

Piştre Sekreterê Polîtburoya PDKê amaje bi rola Komara Îslamî ya Îranê di alîkariya gelê kurd di hemû qonaxan de kir, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de.

Ji aliyê xwe ve, Serkonsulê Îranê li Silêmaniyê Seidulah Mesûdyan got ku mebesta wî ji vê hevdîtinê qayimkirina pêwendiyên herdu aliyan û hêsankirina bazirganiyê di navbera herdu welatan de. Herwiha pîrozbahî li serkeftinên Hêzên Pêşmerge di şerê Şingalê de kir.
 

Nûçeyên têkildar