9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Polîtburoya PDKê: Her destdirêjiyek ser baregehên me bi bê bac û berdêl nabe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtboriya PDKê ragihand ku, îro li Qeladizê bi handana aliyekî siyasî û bê hebûna ti hêncetekê, berê wan xwepêşanderan ber bi baregeha PDKê ve hat guhertin, di encama hewldana destdirêjiyê li ser baregeh û kadro û pêşmergeyên ber baregehê, mixabin bûyereke nexwestî û nexweş rû da.

Ev jî tekesta daxuyaniya Polîtburoya PDKê ye:

Îro li Qeladizê bi handana aliyekî siyasî û bê hebûna ti hêncetekê, berê wan xwepêşanderan ber bi baregeha PDKê ve hat guhertin, di encama hewldana destdirêjiyê li ser baregeh û kadro û pêşmergeyên ber baregehê, mixabin bûyereke nexwestî û nexweş rû da.

Di vê rewşa hesas a Kurdistanê de, hewldan bo zêdekirina tevliheviyê û têkelkirina pirs û kêşeyên jihevcuda, ti pirsgirêk û qeyranekê çareser nake, û tenê xizmeta dijmin û neyarên Kurdistanê dike.

Di vê demê de, berpirsyaretiya başkirina rewşê dikeve ser milê hemû aliyan. Pêwîst e polîs û asayişa wan deverên ku alozî li wan hene, bi başî bi karê xwe rabin û baregeh û ser û malên kadroyên me biparêzin ji destdirêjiyê.

Nabe sivkatî bi baregehên me bên kirin û nabe lêpirsîn neyê kirin yan hewl neyê dan bo barastina wan.

Her destdirêjyek li ser baregehên me û ser û male kadroyên me, bi bê bac û berdêl nabe.
 

Nûçeyên têkildar