Polîtburoya PDKê: Dûrketina birêz Talebatî valahiyekî mezin çêkirbû

Hewlêr-KDP.info-Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand ku rola Celal Talebanî di aramkirina rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, diyar û berçave, lewra dûrketina wî div ê dema derbasbûyî de, valahiyekî mezin bi pey xwe hiştibû. Hevdem dibêje: “Em omîdewarin bi vegera wî rewiş ber bi başiyê ve biçe, û em helkeft bibe sedema zêdetir belavbûna yekrêzî û yek dengiya siyasî ya Kurd jib o zêdetir berevanî kirin li destkeftan û bihêzkirina pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bona pêşerojekê xweş û aram û bextewer bo gelê me.”
Tekesta peyama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi helkefta vegera Celal Talebanî, serokomarê Iraqê, bo Herêma Kurdistanê:
Bi nave Xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya vegera birêz Celal Talebanî, serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê, bo Herêma Kurdistanê, em dilxweşiya xwe xuyadikin û bi germî bi xêrhatina cenabê wî ji bo nav malbat û gelê Kurdistanê û bo axa welat dikin, em vê helkeftê li hevalên Polîtburoya YNK û serkirdatî û yek bi yek ji endamûn Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê pîrozdikin û em hêvîdarin saxlemiya Mam Celal hevkar be ji bona berdewam be di xebat û têkoşîna xwe de ligel hevalên partiya xwe û serkiratiya siyasî ya Kurdistanê heta gihiştin bi hemû armancên me.
Bêguman rola cenabê wî di aramkirina rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, diyar û berçave, lewra dûrketina wî div ê dema derbasbûyî de, valahiyekî mezin bi pey xwe hiştibû, em omîdewarin bi vegera wî rewiş ber bi başiyê ve biçe, û em helkeft bibe sedema zêdetir belavbûna yekrêzî û yek dengiya siyasî ya Kurd jib o zêdetir berevanî kirin li destkeftan û bihêzkirina pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bona pêşerojekê xweş û aram û bextewer bo gelê me.
Careke din em bi germî bi xêrhatina cenabê wî dikin û ji xwedayê mezin dxwazin her sax û setamet û temen dirêj be.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê
19.07.2014




