Polîtbîroya PDK salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pîroz kir

Hewlêr-KDP.info-Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê kir û tê de 52eymîn salvegera damezrandina Yekîtiya wan pîroz kir.
Bi minasebeta 52 saliya damezrandina yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê mekteb siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê kir û ragehand ku yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê di 52 sal temena xwe de hertim bi awayekî fedakarane di nava xebat û têkoşînê de bûne û piştgîriya doza reva ya gelê Kurd û bidest xistina mafên reva yên gelê Kurd û amancên gelê Kurd kiriye.
Karwana xebata yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê her di destpêka damezrandina yekîtiya Mamosteyan ve hata niha bi qurbanîdaneke mezin û bi serfirazî ve berdewam kiriye.
Polîtbîroya PDKê di beşeke din ya peyama xwe de rol û xebata yekîtiya Mamosteyan bi girîng wesif kiriye û hevdem ligel hêviya serkeftinên ji bo Mamosteyên Kurdistanê, daxwaz ji wan jî kiriye ku bi heman rihiyeta berê û bi hestên nêştimanperwerî nifişên nû yên gelê Kurd perwerde bikin û xebata xwe ya pîroz bidomînin.




