9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Mekteba Siyasî

Bi serperiştiya Serok Barzanî Civata Serkirdayetiya PDKê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duh li Selahedîn bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiya.


Di civînê de rewşa navxwe ya herêmê û pirsa hilbijartinên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Civata Nûnerên Iraqê dan û standin li ser hate kirin, di tewerekê dî ya civînê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û rewşa deverê bi giştî hate behskirin.


Bi serperştiya Serok Mesûd Barzanî Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê civîneke berfireh encamda sebaret komeka babet û tewerên peywendîdar bi rewşa Kurdistanê û Iraqê û nêvdewletî, piştî dan û standin û vekolînan hemû dîtinan, ev tewere bûne ecindayên civînê:


Tewerê yekemîn: Rewşa Iraqê ji hemû aliyekî ve berev xirab bûnê û jihevketbûnê diçe, û rewşa êmnahiyê bi rengekî têkçûy û pêkvejiyana pêkhatên netewey û olî û mezhebî û siyasî berev semteka ne çaverêkirîdiçe, ev rewşe aloz ji encamê pabend nebûn bi madeyên destur û hizra tol vekirin û xwe sepandinê dirust bûye, ji aliyê pişkekê ji pişkdarên proseya siyasî û desthelatê peyrew dikin, jiber hindê civînê daxwaz ji hêzên siyasî û pêkhatan dike ku hemû layek vegerin bo pabendibûn bi desturê Iraqê û rêkê li rengdaneveya vê siyaseta xirab ku karesat lidûv karesatê tînê û vegerin bo parastina birayetî û yekqebulkirinê û pêkvejiyanê.


Tewerê duyemîn: Li ser rewşa Herêma Kurdistanê, civînê dakokî li ser helwîstan sebaret biriyara birîna budce û mûçê xelkê Kurdistanê ji aliyê desthelatdarên hikûmeta fîdral ve kir û helwîstê xelkê Kurdistanê bilind sengand ku lêkdaneveya pîlan û darştinên ewana ji navbirin û selmandin ji pêxemet pirsên netewayetî û niştimanî û xweragirî û berhngarbûna hemûpîlan û bizavên ewan kesan yên dijî serweriya me rawestin û divên me paşve bizivrînin, jiber vê çendê civînê daxwaz kirk u hemû şiyanan bikarbînin jibo çareserkirina arîşan.


Ji aliyekî dîve li beramber proseyeka giring ya hilbijartinan dayne bo Civata Nûnerên Iraqê û Civata parêzgehên Herêma Kurdistanê, eve jî proseka dîmokratiya pêdviye û cextê li ser hilbijartineka azad û bê sexte û şefaf dikin, bila hevrkiyeka serdemiyane be û rêzê li dîtin û aydyolojiya yekdu bigrin, herwiha parastina yekrêzî û pêkvejiyana navmala Kurdistanê.


Tewerê sêyemîn: Pêkanîna kabîna 8ê ya pêdviye lezatî bihête kirin û her tiştek dişiyandabe bihê kirin bo pêkanîna hikûmetê, zorbeya pêkhatên neteweyî û olî û siyasî têda pişkdarbin û di ewê baweriyê dayne ku ev yekrêziye hêz û şiyaneka zortir didete me bo reftarkirnê digel arîşên me yên navxweyî û derekî yên Kurdistanê.


Tewerê çaremîn: Tewerê navxweyî yê partî bû, behis li amadekariyên hilbijartinan hatine kirin û pêdviye hemû heval bi kadir û cemawer û layengirên partiya me ve hemû hêza xwe bikarbînin bo serkeftin di evê prose de bi giştî û serkeftina partiya me bi taybetî, bo vê çendê jî handana wî xelkî bikin ku mafê dengdanê heye bo çûna ser sinduqên dengdanê û pişkdarîkiriyê di evê proseya giring de bikin û deng bi kandîdên partiya me bidin bo civata nûneran û civata parêzgehan û ji vî alî ve bi pêdvî dizanin di vê proseyê de rewşa êmnahiyê û aramiya welatiyan bi hevkarîdam û dezgehên êmnahiyê yên diyarkirî bi merema paqij ragirtina jîngeha dever û bajêran.


Tewerê pêncemîn: Eebaret pirsa Kurdan li parçên din yên Kurdistanê û çareserkirina evê pirsê bi rengekî aştî û dîmokratiyane û pêngav havêtin bo piroseya çareserkirina aştiyê li Kurdistanê û Tirkiyê bilind disengînin û piştevaniyê li proseya hilbijartinên bajêrvaniyê dikin, derkeft gelê Kurd û Turk deng bi aştî û pêkvejiyan û yekdû qebulkirinê daye, ji ber hindê civînê bi başî zanî pîrozbahiya serkeftina evê proseyê bi giştî û serkeftina AKPê û BDPê bi taybetî dikin û herwiha demê şadibûna herdû aliyên vê pirsê bi serkeftî bibînin û bo bêtir pêşxstina pirsa aştiyê em jî pştevaniya van pêngavan dikin di vî biyavî de.


Tewerê şeşemîn: Derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê jî, civînê pştevaniya xwe diyar kir bo her destkeftekê neteweyî li Rojavayê Kurdistanê, eger bi pişkdariya hemû aliyên siyasî yên pişkdar di prosêsa siyasî û berhngarbûnê de be û tekez li ser çarçûveyê rêkkeftina Hewlêrê hate kirin.


Herwiha civînê pştevaniya xwe diyar kir bo her yekgirtin û yêknêzîkbûneka hêzên siyasî li her parçeka Kurdistanê û bi pêngaveka giring û dana hêzê bo xebata siyasî û netewayetî dizanin.


Di dawiya civînê de pîrozbahî li xelkê sitem dîtî yê bajêrê Helebçe û derdora wê bi helkefta parêzgehbûna wê hat kirin, ku bi bizavên hatine encamdan ji aliyê Serok Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bo vê mebestê hîvîdarin bi parêzgehbûna Helebçe qerebûyeka biçûk be bo wan hemû karesat û derdeseriyên bi ser xelkê wê deverê de hatine.

 

Herwiha sebaret bîreweriya karesata Enfalên 14/4 ku dikevîte di hewa hilbijartinan de em li Partiya Demokrat a Kurdistanê bo rêzgirtinê li qurbaniyên prusêsa Enfal û kesûkarên wan û mezniya karesatan di vê rojê de dê helmeta hilbijartinan ragirîn.


Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê
6/4/2014

Nûçeyên têkildar