Mîranî: Em hertim piştgîriya tevegerên rizgarîxwaz dikin

Hewlêr-KDP.info/ Duh sêşema 25/2/2014 Fazil Mîranî bi heyeteke Encûmena Nîştimaniya Sûriyayê re civiya û eşekre kir ku ew hertim piştgîriya tevegerên rizgarîxwaz bo azadiyê, dikin.
Sekreterê mekteb siyasiya Partiya Demorkat a Kurdistanê Fazil Mîranî bi heyeteke Encûmena Nîştimanî ya Sûriyayê a bi Serokatiya Gorg Sebra re civiya.
Di vê hevdîtina han de rewşa Sûriyayê û çawetiya çareserkirina kirîza Sûriyayê û herwiha rewşa gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê de hate nirxandin.
Di vê hevdîtina han de Mîranî eşkere kir ku her di destpêka Şoreşa Sûriyayê de Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgîriya daxwazên demokratîk û reva yên gelê Sûriyayê kiriye û niha jî li ser vê siyaset û helwesta xwe berdewam e.
Mîranî eşekre kir ku em hertim piştgîriya tevegerên rizgarîxwaz dikin ji ber ku em weke gelê Kurd jiber zilm û bindestî me gelek êş û azar dîtiye lewre gelê Kurd gelek bi başî ji êş û azarên gelê Sûriyayê fêm dike.




